Mûzîkjen Alî Şaker klîpeke nû bi navê Rojava belav kir

Hunermend û mûzîkjenê kurd ê Rojavayê Kurdistanê Alî Şaker klîpeke nû bi navê Rojava belav kir.
Mûzîkjen Alî Şaker
Mûzîkjen Alî Şaker

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend û mûzîkjenê kurd ê Rojavayê Kurdistanê Alî Şaker klîpeke nû bi navê Rojava belav kir.

Mûzîkjen Alî Şaker derbarê vê klîpa xwe ya nû de ji K24ê re got: “Videoklipa min ya nû hest û derbirîneke kûr û xemgîn e ji bo Rojavayê Kurdistanê. Bi dilekî pir xemgîn ez rojane rewşa Rojava dişopînim û hevî dikim weku hunermendekî mûzîkjen êşa Rojava, mafê milletê Rojava naye xwarin.

Mûzîkjen Alî Şaker ji bajarê Heseke ye ji sala 2012an ve li welatê Swedê, li Stockholm dimîne û hevjînê hunermenda kurd a navdar Narîn Feqê ye.

Hunemend Alî Şaker heta niha 2 albuma belav kirine, albuma yekem di sala 2010an de û ya duyem jî di dawiya sala 2020an de belav kir û ji wê albumê, melodiya Rojava bû klîp.

Hunermend Elî Şakir gelek li welaten erebî kar kiriye û gelek mûzîk ji rêzefîlmên Sûrî re danîne.