Hevserokê HDPê serdana CHPê kir: Ji bo me mijara sereke aştiya civakî ye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar serdana Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu kir.
Hevserokê HDPê Mithat Sancar û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu
Hevserokê HDPê Mithat Sancar û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu

Enqere (K24) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar serdana Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu kir.

Îro înê 5ê Sibata 2021ê, Hevserokê HDPê Mithat Sancar serdana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir û piştî civînê di konferanseke hevbeş a çapemeniyê de axivî.

Mithat Sancar diyar kir: “Em bawer nakin ku desthilat yasayeke nû ya demokratîk pêk bîne. Em ditirsin ku deshilat ji yasaya heyî xiraptir yaseyekê pêk bîne.”

Sancar eşkere kir: “Ji bo me mijara sereke aştiya civakî ye.”

Hevserokê HDPê diyar kir: “Me ligel Serokê CHPê yasaya nû, kêşeyên heyî yên Tirkiyê û karîgerkirina demokrasiyê nirxand.”

Mithat Sancar herwiha eşkere kir: “Di rojeva me de tifaqên hilbijartinan tine ye, em tifaqa demokrasiyê dinirxînin.”