Altaç: Hikûmeta Tirkiyê gel xistiye aloziyeke pir mezin

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Pêşerojê Aydin Altaç li ser rewşa siyasî ya Tirkiyê axivî.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Pêşerojê Aydin Altaç li ser rewşa siyasî ya Tirkiyê ragihand: “Mixabin îro ji aliyê siyasetê ve, ji aliyê aboriyê ve, ji aliyê aramiyê ve, hikûmeta Tirkiyê, gelê Tirkiyê xistiye aloziyeke pir mezin.”

Aydin Altaç ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser rewşa qada siyasî ya Tirkiyê û hevdîtinên opozîsyonê û yên desthilatê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser pirsa “Gelo avabûna partiyên nû, nîşaneya wê yekê ye ku di qada siyasî ya Tirkiyê de krîzek heye?”, Aydin Altaç diyar kir: “Armanca siyasetê çareserkirina pirsgirêkan e û eger hikûmeta Tirkiyê nikaribe çareseriyekê bibîne ji pirsgirêkê re, bi neçarî divê partiyeke nû, an jî rêyeke nû derkeve holê.”

Altaç destnîşan kir: “Partiya Pêşerojê baş dizane ku pirsgirêkên nav Tirkiyê, bi taybetî jî yên herêma me, dê çawa çareser bibe.”

Aydin Altaç dibêje: “Mixabin îro ji aliyê siyasetê ve, ji aliyê aboriyê ve, ji aliyê aramiyê ve, hikûmeta Tirkiyê, gelê Tirkiyê xistiye aloziyeke pir mezin. Ji ber vê jî me Partiya Pêşerojê ava kir.”

Li ser mijara çareserkirina pirsa Kurd, Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Pêşerojê Aydin Altaç got: “Me di bernameya Partiya Pêşerojê de ev pirsgirêk aniye ziman. Bername, ji bo partiyekê re weke makezagon e. Em dibêjin li Tirkiyê ev pirsgirêk ji aliyê demokrasiyê ve, ji aliyê mafên mirovan ve, eger ev çareser nebe, bi ti awayî çênabe. Ji aliyê zimanê Kurdî ve, çanda Kurdî ve, eger em bingehek baş çênekin, ev çareser nabe.”