Balyozê Rûsyayê: Em piştevaniya diyaloga rêjîm û Rêveberiya Xweser dikin

Balyozê Rûsya li Şamê Alexander Yefimov ragihand, Rûsya piştevaniyê li diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de dike.
Balyozê Rûsya li Şamê Alexander Yefimov
Balyozê Rûsya li Şamê Alexander Yefimov

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Rûsya li Sûriyê Alexander Yefimov ragihand, Rûsya piştevaniyê li diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de dike.

Alexander Yefimov ji ajansa “Sputnik” re ragihand, “Rûsya dibîne ku Kurd beşek ji gelê Sûriyê ye, ji ber wê em piştevaniyê diyaloga di navbera Kurd û Şamê de dikin, bi taybet ji bo welatê xwe yê hevbeş ava bikin.”

Got jî: “Ne veşartiye ku Rûsyayê bi riyên cuda kanelên pêwendiyê di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de vekirine û her du alî jî rêzê li keda Rûsyayê ya navbênkariyê dikin.”

Balyozê Rûsî destnîşan kir, dê proseya nêzîkbûnê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê bi awayekî baştir bi rê ve biçe, piştî ku hemû hêzên biyanî yên nerewa ji Sûriyê derkevin û rêjîma Sûriyê hemû xaka xwe vegerîne bin kontrola xwe.

Rûsya gelek caran gotiye ku ew piştevaniya diyaloga di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de dike, lê heta niha pêngavên cidî di wê derbarê de nehatine avêtin.

Di Tîrmeha 2018an de şandeke MSDê bi serpirştiya Hevseroka Desteya Cîbicîkar ya MSDê Îlham Ehmed ji bo pêkanîna danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re û gotûbêjkirina rewşa Rêveberiya Xweser bi awayekî aşkere serdana Şamê kiribû û hin hevdîtin hatibûn kirin.