Cezaya 5 salan zîndan li mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî hat birîn

Dadgeha Pêdaçûnê (Temîzê) ya Parêzgeha Sineyê, cezaya 5 sal zîndan li mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî pesend kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Pêdaçûnê (Temîzê) ya Parêzgeha Sineyê, cezaya 5 sal zîndan li mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî pesend kir.

Rêxistina “Hingaw” a Mafên Mirovan di raportekê de belav kir, “Dadgeha Pêdaçûnê ya Sineyê, cezaya zîndankirinê ya 10 salan ji bo mamosteya Zimanê Kurdî û Berpirsa Encûmena Çandî – Civakî (Nûjîn) Zara Mihemedî bo 5 salan kêm kir.”

Zara Mihemedî meha Gulana 2019an bi tometa dayîna waneya zimanê Kurdî, rêkxistina simînarên civakî û komkirina hevkariyê ji kesên ziyan ji erdheja Kirmanşanê dîtinê re hate binçavkirin. Di meha Tîrmeha 2020an jî ji ber wan tometan, bi 10 sal zîndanîkirin hate cezakirin, vê yekê jî nerazîbûn û karvedanên gelek mezin ji aliyê Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê li pişt xwe anîn.

Pêştir rêxistina Hingaw belav kiribû, navendên ewlekariyê yên hikûmeta Îranê, Zara Mihemedî bi tometa hevkarîkirina bi partiyên Kurdistanî yên li dijî Îranê tomarbar kiribûn.

Zara Mihemedî ji gundê Serawle yê parêzgeha Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, bawernameya Karnasiya Bilind a Jeopolîtîk ji Zanîngeha Bîrcandê wergirtiye

Ew çalakvaneke civaka sivîl e û ji 10 salan ve li gundên derdora Sine û navenda bajarê Sineyê waneya Kurdî dide. Berî 6 salan jî, yek ji damezirênerên Encûmena Çandî – Civakî (Nûjîn) e, piştre jî bi dengê endamên rêveberên wê rêxistinê, wek seroka wê rêxistinê hat hilbijartin.

Rêxistina Nûjîn, yek ji rêxistinên civakî û çandî yên parêzgeha Sineyê ye û şaxên wê li çend bajarên Rojhilata Kurdistanê hene.

Di meha Tebaxa 2020an de Kurdistan24ê derbarê Zara Mihemedî de raportek amade kiribû ku zêdetir ji 100 parêzerên Başûrê Kurdistanê daxwaza hilweşandina cezaya zîndanîkirina wê kiribûn.