Hêzên ewlehiyê rê nedan HDP bi boneya roja anîna Ocalan bo Tirkiyê, meşekê li dar bixe

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Diyarbekirê xwestin bi boneya 22. Salvegera anîna Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê de meşekê li dar bixin.
HDP
HDP

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Diyarbekirê xwestin bi boneya 22. Salvegera anîna Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê de meşekê li dar bixin. Lê hêzên ewlekariyê rê nedan ku meş were li darxistin.

Li Diyarbekirê di 22. Salvegera anîna rêberê PKKê Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) xwestin meşek protestoyê li dar bixin.

Di nav koma ku xwest meşe bike de parlementerên HDPê û rayedarê DBPê cih girtin.

Lê hêzên ewlekariyê bergiriyên tund ên berfireh ên ewlekariyê wergirt û rê nehat dayîn ku meş were li darxistin. Li ser vê yekê jî parlementerên HDPê û rayedarên DBPê demekê çalakiya runiştinê li dar xistin.

Di wê demê de car caran di navbera komê û hêzên ewlekariyê de gengeşî rû da û li çend deveran jî di navbera hêzên ewlekariyê û kesên xwestin bimeşin de alozî derket û ev alozî bu sedema metirsiyek demkî.

Piştî ku hêzên ewlekariyê bo ti cure çalakiyan rê nedan parlementerên HDPê û rayedarên DBPê ev helwest bi çepikan şermezar kirin û dawî çalakiya runiştinê anîn.