Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Bazranî derbarê êrîşên mûşekî yên li Hewlêrê diyar kir: “Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirine.”

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Bazranî derbarê êrîşên mûşekî yên li Hewlêrê diyar kir: “Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirine.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê, êrîşên mûşekî yên îşev ên li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi tundî şermezar kir û got: “Ez ji Kurdistaniyan daxwaz dikim ku aram bin.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Hêzên meyên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirine û ez ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di pêwendiyê de me ji bo hemahengiya pêwîst bo dîtina encamderên vê kiryara terorîstî.”