Li Ezazê teqîn: 10 kes birîndar bûn

Li gundê Sico yê li ser sînorê Tirkiyê yê li navçeya Ezez, otomobîleke bombebarkirî hat teqanandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekê Ezazê yê li bakurê Helebê teqînekê rû da û di encamê de 10 kes birîndar bûn

Li gundê Sico yê li ser sînorê Tirkiyê yê li herêma Ezezê, otomobîleke bombebarkirî hat teqanandin.

Di encama êrîşê de li gorî zanyariyên destpêkê 10 kesên sivîl birîndar bû.

Birîndar ji bo nexweşxaneyên li herêmê hatin rakirin.

Bajarê Ezazê 15 k.m li rojhilatê Efrînê ye û di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.

Li herêmên ku di destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ser bi wê ve de ne, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.