Hevpeymaniya Navdewletî hêzên zêdetir dişîne Rojavayê Kurdistanê

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi armanca avakirina binkeyeke leşkerî li Dêrikê alîkariyên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi armanca avakirina binkeyeke leşkerî li Dêrikê alîkariyên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê dike.

Hevpeymaniya Navdewletî bingeheke leşkerî ya nû li gundê Eyn Dîwarê yê ser bi Dêrikê ve li sêgoşeya sînorî ya ligel Tikriyê û Herêma Kurdistanê ava dike, ji çend rojan ve ye jî alîkariyên leşkerî û lojistî derbasî wê deverê dike.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke ji barhilgirên ku alîkarî û pêwîstî hilgirtine derbasî Eyn Dîwarê kir.

Diyar kir jî, bi derbarskirina wê karwana leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî re, hêzên Rûsyayê gereke çavdêriyê bi 2 helîkopter û 4 zirîpoşan li wê herêmê destpê kir.

Tevî ku Serokê Amerîka yê berê Donald Trump di dawiya sala 2019an de biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê da, lê di pişt re Amerîka hejmarek ji hêzên xwe li navçeyên