YPG: Em amade ne di bin sîwana yekrêziya kurdî de tevbigerin

Li bajarê Qamişlo dîdarek li pirsa diyaloga Kurdî – Kurdî û nakokiyên wê hat lidarxistin.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Li bajarê Qamişlo dîdarek li pirsa diyaloga Kurdî – Kurdî û nakokiyên wê hat lidarxistin. Aliyên beşdar tekezî ser pêwîstiya hebûna yekhelwesta kurdî kirin û Berdevkê Fermî yê YPGê dibêje, dibe yekrêziya kurdî ji hêz û şervanan re sîwanek be.

Nakokiyên kurdan herdem sedema hatina bobelatan bûn, ev xal di dîdarekê hat gengeşekirin ku ji alî navenda Rojava ya Lîkolînên Stratîjik li dar ket û bi beşdariya serkirdeyên Rêvebiriya Xweser û sekretêrên hin partiyan û kesayetên serbixwe û mafnas bi rê ve çû. Derbarê diyaloga Kurdî – Kurdî de, endamê şanda PYNK di danûstandinan de diyar kir ku gavên baş û girîng ta niha hatine avêtin û xalên mayî jî di dema bê dê werin behs kirin.

Fermandariya Giştî ya YPG jî da zanîn, pêwîstî bi yekrêziyek kurdî li ser asta giştî ya Kurdistanê heye, da ku bibe piştevan û sîwanek ji şervan re, nemaze ku di dema heyî de pirsa kurdî ser maseyên navdewletî bi hêz amade ye. Herwiha got, yekrêziya kurdî dê mîna destûrekî be ji şervanan û partiyên siyasî re.

Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd di vê derbarê de ji K24ê re got: “Dema nerîneke hevbeş encam bide û perensîp û pîvanên hevbeş derkevin holê, yan girêbesteke civakî yan destûrek, hêzên parastiyê yên kurdî jî dê li gor wê tevbigere. Em wek YPG em ê her amade bin bi hemû karînên xwe di bin vê sîwanê de tevbigerin ku yekîtiyeke kurdî bê çêkirin û bikeve bin xizmeta statûbûyîna kurdan, ji hemû fedekariyê re amade ne.”

Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî bi riya nameyeke vîdyoyî got ku gereke herdu aliyên diyalogê hin ji berjewendiyên xwe paş bihêlin û hewl bidin diyalog bi ser bikeve. Heta niha hin xalên mane û nehatine behskirin di civînên diyalogê de wek mijara Rêvebirî û Peymana Civakî Pêşmergeyên Roj ku pêşbîn e di dema bê de werin ser maseya danûstandinan.