Mezlûm Ebdî: Pirsa Pêşmergeyên Roj li gorî Peymana Duhokê tê çareserkirin

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî: Mijara Pêşmergeyan berê hatiye diyarkirin ku divê li gorî Peymana Duhokê were çareserkirin.
Hêzeke Pêşmergeyên Roj
Hêzeke Pêşmergeyên Roj

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogan vegerin. Ebdî diyar kir ku mijara Pêşmergeyan berê hatiye diyarkirin ku divê li gorî Peymana Duhokê were çareserkirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji medyaya ser bi Rêveberiya Xweser re axivî û bang li Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) kir dest bi diyaloga yekrêziya kurdî bikin.

Mezlûm Ebdî diyar kir jî, ew û aliyê Amerîkî yên ku serperiştî û gerentoriya diyaloga yekrêziyê di navbera ENKS û PYNKê de dike, hîna li ser helwesta xwe ne û got: "Yekrêziya kurdî ji bo me mijareke stratejîk e û ji bo pêşeroja gelê me û daxwaza wî ya rêxistinkirina mala navxweyî gelekî girîng e."

Derbarê pirsa Pêşmergeyên Roj de, Fermandarê Giştî yê HSDê got: "Mijrên ku her du alî di ragihandinê hev din tawanbar dikin astmosfêreke neyîn afirandiye, bi taybet mijara leşkerî û Pêşmergeyan ku berê hatiye diyarkirin û her çareseriyeke ji bo vê mijarê dê di çarçoveya Peymana Duhokê de be.

Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku diyaloga kurdî beşek ji pêvajoya berfireh a têkildarî Sûriyê ye û got: "Beriya niha me tekez kiribû ku diyaloga kurdî – kurdî li Sûriyê beşek ji pêvajoya berfireh a diyaloga sûrî-sûrî bi giştî ye û nabe herdu ji hev werin cûdakirin.