Mesrûr Barzanî êrîşa şeva borî ya Bexdayê şermezar dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Divê dawî li van êrîşan bê anîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa mûşekî ya li ser Navçeya Kesk a Bexdayê şermezar dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya taybet a Twitterê derbarê êrîşa şeva borî li ser Navçeya Kesk a Bexdayê ragihand, “Şandeyên dîplomasî li Iraqê rastî metirsiyên mezin dibin. Ew ji ji bo şerê li dijî terorê û dubare avedankirina Iraqê li vir in.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsî: “Daxwaz ji Hikûmeta Federalî dikim, rêkarên pêwîst ji bo dabînkirina selamtiya wan bigire ber xwe. Divê dawî li van êrîşan bê anîn.”