Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa dawî ya Covid-19ê

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 28 hezar û 285 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 24ê Sibatê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 9 hezar û 561 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 660 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 665 hezar û 194 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 297 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 540 hezar û 293 kesan.