Beşek ji riya 150 metrî ya Hewlêrê tê vekirin

Biryar e îro beşek ji riya 150 metrî ya Hewlêrê bê vekirin û kar li beşên din yên projeyê jî berdewan dibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro beşek ji riya 150 metrî ya Hewlêrê bê vekirin û kar li beşên din yên projeyê jî berdewan dibe.

Rêveberê Giştî yê Plan û Şopandinê di Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê Nîzar Temer ji K24ê re ragihand, “Îro beşê yekem ji projeya riya 150 metrî ya Hewlêrê tê vekirin. Qonaxa yekem a projeyê ji çarêya Şeqlawa dest pê dike û digihe çarêya Behrikê.”

Got jî: “Projeya riya 150 metrî ya Hewlêrê 70 kîlometro ye, beşê yekem yê ku îro vebe, 10 kîlometro ye.”

Nîzar Temer diyar kir: "Bi giştî projeya riya 150 metrî ya Hewlêrê li ser 5 qonaxan hatiye dabeşkirin û rê li derdora Hewlêrê diguhere. Qonaxa duyem jî li Behrkê destpê dike û digihe riya Hewlêr-Duhok,  niha em mijûlî dîzaynkirina qonaxa duyem in û piştî temamkirina dîzaynkirinê, dê bikeve warê cîbicîkirinê.”