Heyder Şeşo: Plana “Hîlalî Şîe” li Şingalê bi cih dibe

Ji heyama 10 rojan ve, 3 Lîwayên Heşda Şeibî li Şingalê bi cih bûne.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji heyama 10 rojan ve, 3 Lîwayên Heşda Şeibî li Şingalê bi cih bûne. Di wê derbarê de, Fermandarê Parastina Êzidîxanê Heyder Şeşo hişyariyê dide.

Fermandarê Parastina Êzidîxanê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand, 3 Lîwayên Heşda Şeibî li Şingal û çiyayê Şingalê bi cih bûne. Hêzekê di navbera Rebîe û Sinûnê, hêzekê di navbera Beac û Şingalê û hêzeke din di navbera Tilefer û Şingalê de û beşek jî li ser çiyayê Şingalê bi cih bûne.

Got jî: Ew hêzêN Heşda Şeibî li Şingalê bi cih bûne, heta ku fişarê li ser xelkê Şingalê bikin û navçeyê bi temamî kontrol bikin. Lîwayên Heşda Şeibî bi ne bi fermana Wezareta Navxwe û Hikûmeta Iraqê hatine.

Heyder Şeşo got jî: “Bi baweriya min, ew hêzên Heşda Şeibî dixwazin plana Hîlalî Şîe bi cih bînin. Welatên navçeyê û welatên cîhanê, çavê wan li ser Şingalê hene.”

Heyder Şeşo diyar kir, li ser astê navdewletî ti hewl çareseriya rewşa Şingalê nayin serî û got: “Her cihê Netewên Yekgirtî ketiyê de, xêr lê nemaye û bû cihê nakokiyê.”

Derbar egera destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser Şingalê de, Fermandarê Parastina Êzidîxanê hişyarî da, heger çi şerekî nû li Şingalê derkeve, dê li ser xelkê Şingalê metirsî be.