Rûsya: Êrîşa Amerîkayê ya li Sûriyê, ne yasayî ye

Rûsya êrîşa esmanî ya Amerîkayê ya ser komên çekdar ên Iraqî yên alîgirên Îranê yên li Sûriyê, weke neyasayî bi nav dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsya êrîşa esmanî ya Amerîkayê ya ser komên çekdar ên Iraqî yên alîgirên Îranê yên li Sûriyê, weke neyasayî bi nav dike. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro ragihand: “Çend xulek berî êrîşa li Sûriyê, Amerîkayê derbarê êrîşê de em agahdar kirin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro înê 26ê Sibata 2021ê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ligel hevtayê xwe yê Efxanî got: “Berî çar-pênc xulekan, artêşa me hatiye agahdarkirin. Eger em li ser mijara têkhelneçûnê bikin weke çawa di pêwendiya serbazên Rûs û Amerîkayê de heye, ew hişyarîdan tiştek nagihîne, ku bi rastî êrîş encam dan.”

Rûsyayê êrîşa esmanî ya Amerîkayê ya ser Sûriyê şermezar kir û daxwaz kir ku Washington rêz li serweriya Komara Sûriyê bigre.

Cîgirê Serokê Lijneya Karûbarên Navdewletî yê li Encûmena Federal a Rûsyayê Vladimir Cebarov ragihand; êrîşa esmanî ya Amerîkayê ya ser komên çekdar ên Iraqê yên li Sûriyê, ne yasayî ye û Şam dikare doz li Encûmena Asayîşê tomar bike û daxwaza civîneke ne asayî bike.

Şeva din hêzên Amerîkayê devereke sînorî ya navbera Sûriye û Iraqê   bombebaran kir û di encamê de 17 çekdarên milîs ên Ketayîbê Hîzbullah û Seyîdul Şuheda hatin kuştin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin diyar kir: “Bombebaran bi biryara Serok Biden bûn weke bersivdanek li wan çekdarên Şîe, ku roja 15ê vê mehê bi mûşekan êrîşî Hewlêrê kirin û di encamên de mutahîtekî sivîl hat kuştin û çend serbazên Amerîkî û Hevpeymanan birîndar bûn.”