Tê xwastin Almanya Enfal û kîmyabarana Helebceyê weke jenosîd nas bike

Endama Parlamentoya Almanyayê Hêlîn Evrîm Sommer
Endama Parlamentoya Almanyayê Hêlîn Evrîm Sommer

Hewlêr (K24) – Fraksiyona Çepgiran a li Parlamentoya Almanyayê, ji bo Enfal û kîmyabarana Helebceyê weke jenosîd were nasîn, projeyasayek pêşkêşî Parlamentoya Almanyayê dikin. Endama Parlamentoya Almanyayê ya li Fraksiyona Çepgiran Hêlîn Evrîm Sommer ku Kurdeke ji navçeya Gimgim a ser bi bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ye, projeyasayê pêşkêşî parlamentoyê dike û fraksiyona wê, piştevaniya projeya wê dike.

Parlamentoya Almanyayê ji bo gotûbêjkirina vê projeyasayê, di meha Adarê de dê civînek saz bike, li gor zanyariyan, her du partiyên Çep û Kesk, ku du partiyên opozîsyonê ne, piştevaniya vê projeyê dikin.

Hêlîn Evrîm Sommer ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Em weke Fraksiyona Çepgir, me 3 daxwaz arasteyî Parlamentoya Almanyayê kirine, yekem; divê Parlamentoya Almanyayê proseya Enfala Kurdan û pêkhateyên din û kîmyabarana Helebceyê, piştî 33 salan, li gor rêkeftina Neteweyên Yekbûyî weke jenosîd binase, berî niha parlamentoyên Brîtanya, Swêd û Iraqê jî, weke jenosîd nasîne.”

Herwiha destnîşan kir: “Daxwaza me ya duyem; piştevaniya qurbanî û berketiyên kîmyabarana Helebceyê û xizmên enfalkiriyan were kirin û deverên ku ji aliyê jîngeh û avakirinê ve zirar dîtine, werin avakirin.”

Hêlîn Evrîm Sommer diyar dike: “Divê hemû wan kompaniyên Almanî yên alîkariya rejîma Sedam Husên kirine ji bo çêkirina çekên kîmyayî, ku %70 bi alîkariya kompaniyên Almanî bûye, werin dadgehîkirin, ev jî daxwaza me ya sêyem e.”