Papa berî serdana xwe peyamek arasteyî gelên Iraqê kir

Papayê Vatîkanê Papa Francis berî destpêkirina geşta xwe ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê, peyamek arasteyî gelên Iraqê kir.
Papa Francis
Papa Francis

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê Papa Francis berî destpêkirina geşta xwe ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê, peyamek arasteyî gelên Iraqê kir.

Papa Francis di peyama xwe de pesnê Iraqiyan da, ku çendîn sal in rastî şer û malwêranî hatine. Papa ji ber dîtina Iraqiyan kêfxweşiya xwe anî ziman.

Di peyama xwe de Papa diyar kiriye: “Em hemû di bin ala bavê me yê mezin Îbrahîm de kom dibin, ku weke yek malbat in, Misilman û Xirîstiyan û Cihû.

Papayê Vatîkanê diyar dike; êş û janên ku xelkê Iraqê dîtine her dem di bîra wî de ne.

Di beşeke peyamê de hatiye destnîşankirin: “Xwişk û birayên min ên hêja, bi dirêjahiya van salan, fikara min li ser we bû. We gelek dît, lê çokdanînê hest nekin, fikara min li ser we bû, bi Xirîstiyan û Misilman, herwiha gelê Êzdî jî, fikara min li ser Êzdiyan bû, wan gelek êş û jan dît, hemû bira ne.”