Ruba Hebûş: Kurd beşeke resen a Sûriyê ne û mafên wan jî hene

Cîgira Serokê Îtîlafa opozîsyona Sûriyê radigihîne, “Em dizanin ku binpêkirinên li Efrînê tên kirin, ji bo çareserkirinê vê pirsê, pêwîstî bi demê heye.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Serokê Îtîlafa opozîsyona Sûriyê radigihîne, “Em dizanin ku binpêkirinên li Efrînê tên kirin, ji bo çareserkirinê vê pirsê, pêwîstî bi demê heye.”

Cîgira Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozîsyona Sûriye (Îtîlafê) Ruba Hebûş beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û bersivên pirsên bêjer Cemal Batun li ser armanca serdana şanda Îtîlatê ji bo Herêma Kurdistanê, hevdîtina wan ligel Serok Barzanî û binpêkirinên li Efrînê û herêmên din dibin da.

Ruba Hebûş li rola Herêma Kurdistanê got: “Rola Hewlêrê di hemû dosyeyên krîza Sûriyê de girîng e, wek pêşwazîkirina wê li zêdetir ji 250 hezar koçberên Sûrî û piştevanîkirina li çareseriya siyasî ya Sûriyê.

Li ser naveroka civîna wan bi Serok Barzanî re got: “Me behsa destêwerdana herêmî û navdewletî di nava Sûriyê de kir ku gelek alozî di krîza Sûriyê de çêkirine. Me behsa destêwerdana Îranê û mîlîşyayên ser bi ve di Sûriyê de û tawan û binpêkirinên wan kir. Herwiha destêwerdana Partiya Karkerên Kurdistanê pirsa Sûriyê de û rewşa koçberên li Herêma Kurdistanê kir.”

Li ser binpêkirinên li Efrînê tên kirin, Ruba Hebûş got: “Em dizanin ku binpêkirinên li Efrînê tên kirin, lê ev pirsgirêk ne tenê li Efrînê, belkû li hemû navçeyên din jî hene, li Cerablus, Izaz, Bab û hemû navçeyan jî hene û Gelek teqîn jî li wan navçeyan çêdibin. Ji bo başbûna rewşa ewlehiyê ya wan navçeyan, pêwîstî bi demê heye. Îtîlaf, artêşa niştimanî û dewleta Tirkiyê bi hev re hewl didin ku aramiyê li wan deveran peyda bikin.”

Herwiha got: “Hewl tên dayîn, ji bo koçberên Efrînê û yên navçeyên din jî vegerin ser mal û milkên xwe. Ti kes hewl demografiya Efrînê biguhêre. Kurd beşeke resen a gelê Sûriyê ne û mafê wan di Sûriyê de heye.”

Derbarê mafên pêkhateyên netewî û olî di Sûriyê de got: “Pirsa mafên pêkhateyan jî di civîna ligel Serok Barzanî de hate behskirin. Divê çareseriya Sûriyê bêyî rêjîma Esed û hemû grûpên teroristî be. Divê mafên hemû pêkhateyan li Sûriyê wek hev bin û demokrasî bi cih bibe. Di Îtîlata opozîsyonê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî heye û ew beşeke sereke ye, herwiha Encûmena Tirkmenî û Encûmena Siryanî hene. Divê di dewleta demokrasî de mafên hemûyan wek hev bin.”

Li ser armanca serdana şanda Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) ji Herêma Kurdistanê re got: “Ji armancên serdanê, bihêzkirina pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re, ji bo me tiştekî stratejîk e. Herêma Kurdistanê li kêleka şoreşa Sûriyê rawestî û bi sedhezaran koçberên Sûrî vehewandine. Herwiha ji armancên din jî, em ê serdana kampên koçberan bikin û guhdariya gelê xwe bikin û hewl bidin daxwazên wan bi cih bikin.”