Mesrûr Barzanî: Em bi hev re berevaniyê li azadiya ol û ayînan dikin

Em bi hev re berevaniyê li azadiya ol û ayînan dikin

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; Îro em bi hev re tekezî li rêzgirtina azadî û fire olî dikin, ev rêbaza ku li ser vê axê çendîn nifş in tê peyrewkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez şerefmend im ku pêşwaziya cenabê Papa Francis bo Kurdistanê bikim. Hatina cenabê wî û encamdana dua û nimêja bi komî li Hewlêrê, tekezkirina peyama xoşewîstî û lêborînê ye. Em pabendbûna xwe car din tînin ziman ji bo girîngîdana hejar û kesên çewisandî û zilmlêkiriyan.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din a tweeta xwe de behsa azadiya olan li Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Îro em bi hev re tekezî li rêzgirtina azadî û fire olî dikin, ev rêbaza ku li ser vê axê çendîn nifş in tê peyrewkirin.”

Serokwezîr herwiha destnîşan kir: “Ez bejna xwe ji bo rêzgirtinê li ber xebat û têkoşîna wan Pêşmergeyên qehreman ditewînim, ku canê xwe ji bo parastina pêkvejiyana aştiyane û lêborînê û alîkarîkirina xwişk û birayên Mesîhiyên deşta Neynewa kirin qurbanî û xaça li ser dêra wan bilind kirin.”