Serok Barzanî pêşwaziya li Balyozê Japonê li Iraqê kir

Balyozê Japonê li Iraqê diyar kir welatê wî xwazyar e peywendiyên wan ên li gel Herêma Kurdistanê di warên cûda cûda de bi pêş bikeve.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya li Balyozê Japonê li Iraqê Suzukî Kutaru kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Japon li Iraqê sersamiya xwe bi aramî û pêşketinên Herêma Kurdistanê derbirî û bal kişand li ser wê yekê ku ew aramiya Herêma Kurdistanê yarmetîder e bo ku rêxistin û kompanyayên Japonî bikarin bi başî û bê gîr û girift li Kurdistanê kar û çalakiyên xwe encam bidin. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan xwazyar e peywendiyên wan ên li gel Herêma Kurdistanê di warên cûda cûda bi taybetî di warê çandin û karebayê de pêş bikeve.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bo wan yarmetiyên ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine spasî gel û Hikûmeta Japonyayê kir û hêviya berfirehtirbûna peywendiyên di navbera her du aliyan xwest.

Di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê her du alî tekez li ser diyalog û rêkarên aştiyane ya ji bo çareserkirina qeyran û kêşeyan kir.