Saziyên sivîl ên Bakur li dijî doza girtina HDPê daxuyanî dan

Ji aliyê gelek sazî û rêxistinên sivîl ên Bakurê Kurdistanê ve hember doza girtina HDPê bi daxuyaniyeke hevpar, bertek hat nîşandan.
HDP
HDP

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê gelek sazî û rêxistinên sivîl ên Bakurê Kurdistanê ve hember doza girtina HDPê bi daxuyaniyeke hevpar, bertek hat nîşandan. Saziyên sivîl ên ku îmzeya wan di daxuyaniyê de heye dibêjin ew li dijî girtina Ak Partiyê jî rawestiyabûn û niha jî li dijî girtina HDPê ne û pêdiviya Tirkiyeyê ya sereke Makezagonek Sivîl e.

Ji aliyê 180 sazî û rêxistinên sivîl yên Bakurê Kurdistanê ve derbarê doza girtina HDPê de daxuyaniyeke hevpar hate dayîn dayîn.

Sazî û rêxistinên sivîl di daxuyaniya hevpar de dan bîranîn ku dema 13 sal berê hember Ak Partiyê jî doza girtinê hatibu vekirin wan helwestek hevpar bi daxuyaniyekê nîşan dabun û dixwazin dîsa wê daxuyaniyê ji raya girtî re parve bikin.

Wê demê jî hatibû amajekirin ku bo demokratîkbûna Tirkiyeyê tişta pêwîst ew e ku çaksazî werin cîbicîkirin û Makezagonek Sivîl were amadekirin. Saziyên sivîl bi bîr xistin ku nêrîna wan a hember girtina Ak Partiyê niha jî heman e.

Di daxuyaniya saziyên sivîl de bal kişandin ku tayînkirina qeyûman û hewla girtina partiyan dê Tirkiyeyê ji nirxên demokrasiyê dûr bixe û zirarê bide pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya bo Yekîtiya Ewropayê.

Herwiha hat amajekirin ku gavên wiha dê qada siyasete qels bike û dê rê bide ku hêzên derveyî siyasete xurttir bibin.