Nêçîrvan Barzanî: Iraq wek herêmeke federal serederiyê bi Herêma Kurdistanê re nake

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de behsa naveroka civînên ku li Fransê kirine kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de behsa naveroka civînên ku li Fransê kirine kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Fransa roleke wê ya mezin di hevkariya leşkerî û mirovî de bo Iraqê heye û tekez dike ku ew amade ne alîkariya Iraqê bikin.

Ragihand jî, “Serok Macron pîrozbahî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir ji bo serdana Papa Francis ku serdaneke serkeftî bû.”

Nêçîrvan Barzanî got: Serokê Fransa amadehiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê daye nîşandan û piştevanîya danûstendinan kiriye. niyaza min heye di wê derbarê de bi Serokwezîrê Iraqê, Serokkomarê Iraqê û aliyên siyasî yên Iraqê re bipeyivim.”

Li ser budceya Iraqê û nakokiyan de jî wiha got: "Awayê serederiya ku Bexda ligel Herêma Kurdistanê dike, bi ti awayî ne federalî ye û ev sîstem heta niha jî li cîhanê nehatiye dîtin.''

Diyar kir jî: "Diyar bû ku Herêma Kurdistanê ne sedema pirsgirêkên Iraqê ye, lê belê ew amade ye alîkariyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên din ên Iraqê bike"

Herwiha got: "Em hêvî dikin ku dengdan li ser reşnivîsa ku Hewlêr û Bexdayê li ser rêkeftine were kirin.”

Duhî 30.3.2021an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian re civiya.