Serok Barzanî: Pesendbûna budceya Iraqê pêngaveke erênî ye

Serok Mesûd Barzanî li ser pesendkirina budceya Iraqê peymak belav kir.
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî li ser pesendkirina budceya Iraqê peymak belav kir û ragihand; “Pesendbûna budceya Iraqê pêngaveke erênî û ber bi rêyeke dirust e.”

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi helkefta pesendkirina budceyê ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve, destxweşiyê li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî û Iraqî dikim.”

Barzanî diyar kir: “Ez spasiya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanî û fraksiyonên din ên di nava Encûmena Nûnerên Iraqê de jî dikim ku bi ked û hîmet û pêdagiriyê ve karîn li gel hevdû bigihin encamê û beşa Herêma Kurdistanê jî li budceya Iraqê da cîgir bikin.”

Serok Mesûd Barzanî eşkere dike: “Pesendbûna budceya Iraqê pêngaveke erênî û ber bi rêyeke dirust e û em hêviya wê yekê dixwazin ku destpêkek be ji bo bihêzkirina bingehên diyalogê û pêkvejiyana aştiyane û herwiha vegerandina bingehên şeraketa di navbera pêkhatên Iraqê de.”