Serok Barzanî li ser koça dawî ya Dadwer Mihemed Elerêbî peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî: Mihemed Elerêbî yek ji wan dadwerên wêrek bû ku di dadgehîkirina tawanbarên rejîma berê yê Iraqê de beşdarî kiribû.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê xwe sersaxî da malbata Dadwer Mihemed Elerêbî û ragihand: “Mihemed Elerêbî yek ji wan dadwerên wêrek bû ku di dadgehîkirina tawanbarên rejîma berê yê Iraqê de beşdarî kiribû ku bi taybetî ewên destê wan di tawanên Enfalê û kîmyabarana gelê Kurdistanê de hebû.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Dadwer Mihemed Elerêbî gihîşt me ku yek ji wan dadwerên wêrek bû ku di dadgehîkirina tawanbarên rejîma berê yê Iraqê de beşdarî kiribû ku bi taybetî ewên destê wan di tawanên Enfalê û kîmyabarana gelê Kurdistanê de hebû.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên Dadwer Mihemed Elerêbî û dadwerên birêz û navendên dadwerî û gelên Iraqê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvî dikim, ruhê xwedê jêrazî bi bihişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.

Inna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Em ê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

03.04.2021