Demîrtaş daxwaza avakirina hevpeymana demokrasiyê dike

Selahedîn Demîrtaş li dijî hevpeymaniya Cumhurê, daxwaza avakirina hevpeymana demokrasiyê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Selahedîn Demîrtaş li dijî hevpeymaniya Cumhurê, daxwaza avakirina hevpeymana demokrasiyê dike.

Hevserokê berê yê HDP'ê Selahedîn Demirtaş li girtîxaneya Edîrneyê bersiva pirsyarên ajansa nûçeyan a “Reuters” da.

Demîrtaşê ku ji 2016'an vir ve di zindanê de ye, got ku opozîsyona Tirkîyê divê hemberî zordestîya zêde ya li welat û dijî gavên bi armanca perçekirina opozîsyonê bibe yek.

Herwiha Demîrtaş bal kişand ku doza girtina partiya wî HDP'ê jî yek ji wan gavan e.

Demîrtaş ji Reuters re got ku hevrikên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê serok Tayîp Erdogan û hevalbendên wî yên neteweperwer pêwîst e ku ser prensîbên demokratîk yên hevbeş, li hev bikin.

Demîrtaş got." Zext, zordestî û hilweşîn her roj zêde dibe. Ji ber vê yekê, bêyî ku li benda hilbijartinê bimîne, ji îro ve tifaqaka demokrasîya rastîn ewê pir watedar û hêja be, " 

Demîrtaş, bi berdewamî wiha got: " Divê tevahîya partîyên ku dixwazin jibo demokrasîyê di gel hevûdin tekoşîn bikin divê werin ba hev."

Demîrtaş ser doza girtina HDP'ê jî ragihand: Doza girtina HDP'ê kêmbûna bijardeyên siyasî nîşan dide. Armanca girtina HDP'ê lawazkirin û parçekirina opozisyonê ye. Divê opozisyon nekeve xefika desthilatê û xwedî li demokrasiyê derbikeve.