Li Mûsilê milyonek û nîv dolarên DAIŞê hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Neynewa, hêzên ewlehiyê milyon û nîv dolarên DAIŞê dîtin, ku di serdema desthilata xwe de li bajarê Mûsilê veşartibûn.
Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand; îro pêncşemê 15ê Nîsana 2021ê, milyon û nîv dolar û 17 milyon dînarên Iraqî û 15 kîlogram zêr û zîv li cihekî veşartî yê DAIŞê hatin dîtin.
Di daxuyaniyê de wezaretê eşkere kiriye; ew pere di nav malekê de hatiye veşartin, ku di serdema desthilata xwe de DAIŞê weke depoyeke veşartî bi kar aniye.
Rêxistina DAIŞê di 10ê Hezîrana 2014an de bajarê Mûsilê dagir kiribû û heta 2017an desthilatdariyeke bi navê xîlafeta DAIŞê damezrandibû.