Serokê ENKSê: Bi vî rengî danûstandin bi PYNKê re nabin

Serokê ENKSê Siûd Mela radigihîne, PYNK astengiyan li pêş danûstandinên yekrêziya kurdî çêdike û divê Amerîka were ser xetê.
Serokê ENKSê Siûd Mela - Arşîv
Serokê ENKSê Siûd Mela - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê ENKSê Siûd Mela radigihîne, PYNK astengiyan li pêş danûstandinên yekrêziya kurdî çêdike û divê Amerîka were ser xetê.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela ji malpera “KDP-info” re ragihand, “PYNK bi dirustkirina astengiyan li pêş destpêkirina danûstandinên Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Careke din êrîş li ser baregeheke PDK-Sê hate kirin û divê Amerîka were ser xetê û vê pirsgirêkê çareser bike.”

Siûd Mela got: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê her dem xerap bû û herwiha xeraptir jî dibe, pêwendiyên me û PYNKê jî xerap in, ji ber ku bi berdewamî êrîş li ser baregehên me tên kirin.”

Serokê ENKSê amaje bi êrîş pêr a li ser baregeha PDK-Sê li Girgê Legê kir û diyar kir, “Ev yek dihêl ku pêwendî zêdetir têk biçin, ji ber wê jî danûstandin bi vî awayî nabin, ji ber ku divê rewş asayî bibe û zemîne ji bo danûstandinê guncaw be.”

Siûd Mela got jî: “PYNK ji bo danûstandinan ne hevkar e û Amerîka jî bêdeng e, ji ber wê divê ew were ser xetê û rewşê asayî bikin ji bo dest bi danûstandin were kirin, ji ber ku heta niha ti rêkeftinek nehatiye kirin.”

Ev daxuyaniya Serokê ENKSê di demekê de ye, Sekreteriya Giştî ya ENKSê duhî di daxuyaniyekê de ragihand, “Grûpeke çakdar a ser bi PYDê ve roja 16ê Nîsanê êrîşî ser nivîsgeh PDK-Sê li Girkê Legê kiribû.”