Ji Serokê Şaxa Diyarbekirê ya AK Partiyê daxuyaniya tramvay û vaksînê

Muhammed Şerîf Aydin di civînek çapemeniyê de da zanîn ku xebata çêkirina tramvayê ya nava Diyarbekir dê heta sala 2024an bi temamî xilas bibe
Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Ak Partiyê Muhammed Şerîf Aydin
Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Ak Partiyê Muhammed Şerîf Aydin

Diyarbekir (K24) - Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Ak Partiyê Muhammed Şerîf Aydin di civînek çapemeniyê de da zanîn ku xebata çêkirina tramvayê ya nava Diyarbekir dê heta sala 2024an bi temamî xilas bibe. Her wiha hat amajekirin ku amadekariya avakirina zanîngeheke nû ya taybet jî tê kirin.

Muhammed Şerîf Aydin di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku dê rêya hesin ango tramvay a ji Qada Şêx Sêîd dest pê dike û heta Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl diçe were avakirin û dê heta 2024an bi temamî amade be.

Aydin herwiha amaje kir ku dê ji bo Diyarbekirê zanîngehek nû ya taybet a bi navê Zanîngeha Surkent were avakirin.

Derbarê çêkirina Nexweşxaneya Bajêr de jî Aydin anî zimên dê Hezîran an jî Tîrmehê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan serdana Diyarbekir bike û wê demê dê hûrgiliyên çêkirina nexweşxaneyê eşkere bibin.

Di civînê de derbarê Vîrusa Koronayê de jî hat amajekirin ku di nava 2 mehan de li Diyarbekirê tuşbûyên Vîrusa Koronayê 7 qat zêde bûne û herwiha ji kesên ku xwedî mafê vaksînbûnê ne tenê %44an xwe vaksîn kirine.

Derbarê vê mijarê de Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Ak Partiyê Muhammed Şerîf Aydin da zanîn ku ewê dîvçûnê li ser vê mijarê bikin.