Hilberîna berhemên taybet bi erdhêjan zêdetir bûye

Berhemên di avakirina avahiyan de li hember erdhêjan zêdetir bihêztir bin tên dirustkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Pisporên erdhêjê yên tirkiyê radgihînin erdhêjeke pileya wê li ser 7.3 dê li stenbolê çêbe. Li gor pisporan li bajarê stenbolê 150 hezar avahiyên ji bo jiyana mirovan metirsîdar hene. Ji ber wê jî daxwaz tê kirin êdî di avahiyan de kelûpelên li hember erdhêjê saxlem bin, bên bikaranîn.

Li mezintirîn bajarê Tirkiyê stenbolê yek ji pirsgirêka herî mezin rîska erdhêjeke mezin e. Li gor pisporên erdhêjê nêzîkî ji %22 yê avahiyên stenbolê lawazin û ew pêşbînî dikin erdhêjeka pileya wê li ser 7.3 ‘yan li stenbolê bide û karesatek gelek mezin çêke. Li gel vê metirsiyê pispor dibêjin êdî pêwîst e di çêkirina avahîyan de kelûpelên li ber erdhêjê saxlem bên bikaranîn da ku ev risk bikeve asta herî kêm. Ji ber vê yekê jî van salên dawîyê de gelek kompaniyên tirkiyê hilberîna van kelûpelan dikin.

Xwediyê kompaniyekê dibêje: “Di erdhêjan de diwarên xaniyan dimînin dibin hêzeke gelek mezin de û parçe parçe dibin. Ev berhemên ku em hildiberînin li gor vê yekê hatîne çêkirin lewma li gor diwarên normal gelek bihêztir in. Kelûpelên em bikartînin hem ji betona normal siviktir e hem jî gelek saxlemtir e. Li japonyayê ev teknolojî demeke dirêje tê bikaranîn. Em jî êdî van berheman li welatê xwe hildiberînin.”

Li gel vê metirsiya erdhêjê êdî di gelek fuarên avahîsaziyan de jî eleqeyek zêdetir li ser kelûpelên hesinî çêbûne.

Xwediyê kompaniyeke din dibêje: “Em her cûre profîlên hesinî yên avahîyan çêdikin.Berhemên me piranî di kargehên pîşesazî,depo û kargehên hilberînan de tên bikaranîn. Bi rêya van berhemên hesînî avahî hem gelek saxlem in hem jî di demeki gelek zû de tên çêkirin lewma eleqeyek gelek mezin ji bo van berheman hene.”

Li gor pisporên erdhêjan li stenbolê zêdetirî 150 hezar avahîyên ji bo jiyana mirovan metirsîdar hene û di erdhêjeke mezinde dibe ku deh hezaran welatî canê xwe ji dest bidin bi milyar dolaran zîyanên maddî çêbin.