Rêxistina Efûyê: Di sala 2020an de 483 kes hatin darvekirin

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li cîhanê di sala 2020an de 483 kes hatine darvekirin û herî zêde li Îranê darvekirin çêbûye.
Di sala 2020an de 483 kes hatin darvekirin
Di sala 2020an de 483 kes hatin darvekirin

Enqere (K24) - Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li cîhanê di sala 2020an de 483 kes hatine darvekirin û herî zêde li Îranê darvekirin çêbûye.

Tevî pandemiya cîhanî ya vîrusa Koronayê (Covid-19) di sala 2020an de nêzî 18 welatan cizayê darvekirinê hat sepandin. Li gorî rapora ku îro ji alîyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hat eşkerekirin, li cîhanê di sala par de 483 kes hatine darvekirin û ev amar li gorî sala 2019an ji sedî 26 kêm bûye.

Li gorî raporê, ji ber ku li welatên wek Erebistana Siûdî û Iraqê li gor salên borî kêmtir cizayê îdamê hatine sepandin û di sala 2020an de jî li welatên Behreyn, Belarus, Japonya, Singapur û Sûdanê cizayê îdamê nehatine sepandin îsal hejmara darvekirinan kêm bûne.

Di rapora Rêxistina Efûyê de hat gotin, her çiqas 483 darvekirinên ku li welatên cîhanê hatine tespîtkirin rêjeya herî kêm a 10 salên dawî be jî, dîsa ev hejmar di astekê bilind û metirsdar de ye.

Rêxistina Efûyê destnîşan kir, li Misrê hejmara kesên hatine sêdarekirin li gorî sala borî 3 qat zêdetir bûye. Her wiha hat ragihandin, ji wan kesên hatine sêdarekirin herî kêm 23 kes ji ber sedemên siyasî hatine sêdarekirin.

Darvekirin herî zêde li Îranê çêdibin

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li Îranê 246, li Misrê 107, li Iraqê 45 û li Erebistana Siûdî jî 27 kes hatine darvekirin. Her wiha li gorî raporê, li ser asta cîhanê ji sedî 88 sepandina cizayên darvekirinê li van 4 welatan çêdibe. Di raporê de Rêxistina Efûyê bal kişand ku amarên li Çînê cih negirtiye.

Her wiha li gorî raporê, li Amerîkayê piştî 17 salan cara ewil cizayên darvekirinê di sala 2020an de pêk hatiye. Di heyama serokê berê Donald Trump de, di nava 6 mehan de 10 kes hatin darvekirin.

“Darvekirina mirovan dûrî aqil e”

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Almanyayê Markus N.Beeko destnîşan kir, “Di rewşekê ku dinya di nav krîzekê kurewî ya tendurusutiyê de ye darvekirina mirovan tiştekî dûrî aqil e.”

Li cîhanê ji 193 welatan nêzî 108yan bi vererastkirinên yasayî cizayê darvekirinê hat rakirin, li 36 welatan jî ev ciza nayê cîbicihkirin.”