Li Qamişlo agirbesteke demkî hate ragihand

Li Qamişlo agirbestek di navbera Asayiş û hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve hat ragihandin û dê heta nîvro berdewam bike.
Bajarê Qamişlo
Bajarê Qamişlo

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo agirbestek di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) û hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve hat ragihandin û dê heta nîvro berdewam bike.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê li Qamişlo, bi navbênkariya Rûsyayê, her du aliyan de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li şûna hêzên Berevaniya Niştimanî, agirbest ragihand û dê heta nîvro berdewam bike, ger ku her du alî peymana agirbestê binpê nekin.

Peyamnêrê me diyar kir jî, fermandarên meydanî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn endamên xwe agahdar kirine ku pabendî agirbesta bibin.

Ragihandina agirbesta demkî ji bo yekê ye, ji bo aliyên pêwendîdar lêkolînê bikin û bizanin kîjan alî bûye sedema derketina şer û çawa her du alî bigihin rêkeftineke giştgîr.

Şeva 20ê vê mehê çekdarên Berevaniya Niştimanî êrîşî rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana Wihdê ya li nêzî taxa Tey kiribû û di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kuştin. Piştre şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket.