Erdogan li ser Jenosîda Ermenan peyamek da Amerîkayê

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, li ser 24ê Nîsanê salvegera Jenosîda Ermenan peyamekê nivîskî belav kir.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan

Enqere (K24) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li ser 24ê Nîsanê salvegera Jenosîda Ermenan peyameke nivîskî belav kir û da zanîn, “Li dijî derew û bêbextiyên  “Qirkirina Ermenan” em ê her daîm rastî û heqîqetê biparêzin.”

Bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, civîna Lijneya Bilind a Şêwra Serokomariyê birêve çû û di encama civînê de ji bo 24ê Nîsanê roja salvegera Jenosîda Ermenan peyam hat dayîn.

Di medyaya Amerîkî de îdiayên ku, ‘ew ê Serok Biden 24ê Nîsanê wek roja Jenosîda Ermenan nas bike’ hatibû belavkirin. Erdogan jî bi riya civîna Lijneya Bilind a Şêwra Serokomariyê peyamekê da rêveberiya Amerîkayê. Erdogan got, “Li dijî derew û bêbextiyên “Qirkirina Ermenan” em ê her daîm rastî û heqîqetê biparêzin.”

Piştî civîna li Koşka Çankayayê, ji aliyê Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê ve daxuyaniyekê nivîskî hate dayîn û hat ragihandin ku di civînê de, mijarên wek destûra nû, danezana amîralên teqawid û Jenosîda Ermenan hatiye gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Serokatîya Ragihandinê de wiha hat gotin:

“Di civînê de endamên Lijneyê, destnîşan kirin ku gelê me li benda Destûrekê nû û sivîl e û pêdiviya welatê me jî bi vê yekê heye. Her wiha di civînê de hat gotin, divê Destûra nû ku ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyekê dîrokî ye, di çarçoveya yekîtî, hêz, îstîqrar, ewlehî û destkeftiyên welêt de bê amadekirin. Her wiha divê destûra nû bi lihevkirinekê berfireh ya civakî bê amadekirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de mijarên wek rewşa Rojhilatê Behra Spî, têkiliyên bi Yûnanistan, rewşa Qibris û Behra Egeyê jî hatine nirxandin.