Li Kela Diyarbekirê riya berî 2 hezar sal bi kar dihat hat dîtin
Diyarbekir (K24) – Li Mîrateya mirovahiyê Kela Diyarbekirê hem nûjen kirin, hem jî li beşên cuda yên kelayê kolan û lêkolîn tên kirin û ji dîrokê berhemên nû tên derxistin. Teqrîben 5 meh berê gora Mîrekî Kurdan hatibûn dîtin û niha jî rêya merasim, sefer û şahê Romayê hat derxistin. Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû û serokê wê kolin û lêkolînê jî agahiyên dawî ragihandin.
Li kela û bircên Diyarbekirê her ku lêkolîn û kolan tên kirin, berhem û agahiyên nû yên dîrokî jî derdikevin ber ronahiyê. Li vê beşa kela Diyarbekirê ku teqrîben meh û nîv berê kolandin dest pê kiriye jî rêya serdema Împaratoriya Romayê hat derxistin ku teqrîben 2 hezar sal berê, ji aliyê Romayiya ve wek rêya merasîm û seferan hatiye bikaranîn.
Piştî ku agahiyên derketina wê berhem û bermayiya dîrokî diyar bû jî Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû serdana ciyê kolînê kir û ragihand ku ew hewl didin ku derdorê kelayê paqij bikin û rewşê ji bo lêkolînan guncavtir bikin da ku van şûnwarên ku her ciyekî wan dîrokekî vedişere ji geşt û geştiyarî re jî amade bikin.
Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû got: “Di 28 mehan de, me li kela û bircên Diyarbekirê, nûjenkirin û lêkolînên girîng kir û proejyên me yên nûjenkirin û lêkolînê de berdewam bikin. Me bi Wezîrê Çand û Geştiyarî û rêvebirên saziyên çandî re, li Enqereyê jî civîneke sûdbexş kir û bi hevkariya wan dê projeyên me yên nû jî li kela û bircên Diarbekirê berdewam bikin. Ev ciyê ku em lê ne, ji Medan bigre heta Asûr, Urartuyan, ji Eyubiyan heta împaratoriya Roma û Osmaniyan dîrokeke 12 hezar salî dihevîne. Emê jî vê kelayê û bircên wê ji bo mirovahiyê derbixin û bikin xizmeta serdanan.”
Bi nûjenkirin û lêkolînan re, derî û rêyên nû ku geşta li nav kelayê bihevre girê didin jî dê bikevin xizmetê. Deriyê li gel rêya Romayê jî ku teqrîben 40 sal e ku nedihat bikaranîn, lê êdî dê vekirî be.
Serokê kolîn û lêkolîna li nav Kela Diyarbekirê Prof. Dr. Îrfan Yildiz daxuyand ku ew 4 sal e, li nav kela Diyarbekirê kolandin û lêkolîn dike û teqrîben meh û nîv berê jî li vî ciyê ku rêya merasîm û seferan a serdema împaratoriya Romayê derbas dibe, dest bi kolandinan kirine û niha ji teqrîben kîlometreyekî rêya Romayê 55 metre derxistine.
Serokê Kolandın û Lêkolîna Li Girê Amîdayê Prof. Dr. Îrfan Yildiz ji K24ê re got: “Ev çar sal e ku em li girê Amîdayê kolandin dikin ku hêj berdewam e. Me di sala 2018’an de li jor li ser gir ku qesra Romayiyan û qesra Ûrarûyan lê heye dest bi kolandinê kiribû. Îsal parêzgarê Diyarbekirê projeya bi navê ‘Keleya Diyarbekirê jinûve radibe ser piyan’ da destpêkirin. Di çarçoveya wê projeyê de, dê birc û beşên kelayê yên vir jî bên nûjen kirin, loma jî divê derdor bihata paqijkirin. Dema ku me xweliya vê derê kola, hinek kevir û tişt derketin, lê paşiyê rêyekî xuya bû ku em niha dizanin ku vê rêya; rêya serdema Romayê ye. Rêya şah û kirdeyên Romayê û rêya merasîma sefera ye. Niha em hem wê rêyê derdixin hem jî dora kela û bircan paqij dikin.”
Hat ragihandin ku heta salekî dê hemû beşên rêya ku 2 hezar sal berê ji aliye Împaratoriya Romayê ve hatiye bikaranîn û bermayiyên li derdora wê bên derxistin û piştre jî ji bo serdanan û geştiyarî bê vekirin.