Serokomariya Tirkiyê: Daxuyaniya Biden bi ti awayî qebûl nakin

Serokomariya Tirkiyê biryara Serokê Amerîkayê Joe Biden ya naskirina jenosîdkirina Ermeniyan red dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomariya Tirkiyê biryara Serokê Amerîkayê Joe Biden ya naskirina jenosîdkirina Ermeniyan red dike û banga sererastkirina biryarê dike.

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin got, ew daxuyaniya Serokê Amerîkayê bi ti awayî qebûl nakin, ew ji rastiyê dûr e, bi niyazeke xirap hatiye gotin û di xizmeta neyarên Tirkiyê de ye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî got, daxuyanî bi armanca aramkirina neyarên Tirkiyeyê hatiye dayîn û hember aştî û dadweriyê xiyaneta herî mezin e.

Her di wê derbarê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî peyamek ji Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê re şand û got, Tirk û Ermenî sedan sal di nav aştiyê de pêkve jiyane û karên ku divê dîroknas bikin, niha ji hêla aliyên sêyemîn ve, bo destêwerdana Tirkiyeyê tê bikaranîn. Erdogan got, ew amade ne bi Ermenistanê re hemû pêwendiyên xwe pêş bixin.  

Desthilatdariya Tirkiyê di sala 1915an de li hemberî Ermeniyan jenosîd pêk anîn û nêzikê 2 milyon Ermenî kuştin. Yên ku xwe xilas kirin jî, dev ji mal û cihên xwe berdan û koçber bûn. 

Heta niha nêzî 30 dewletan ev kiryara dewleta Osmanî wekî jenosîd nas kiriye.