Li Rojavayê Kurdistanê 12 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Nexweşxaneya Gel a Dêrikê
Nexweşxaneya Gel a Dêrikê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 251 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û 12 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên koronayê belav kirin û diyar kir, 251 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 38 kes li Hesekê, 19 kes li Qamişlo, 16 kes li Dêrikê, 7 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Amûdê, 29 kes li Kobanê, 65 kes li Reqayê, 66 kes li Tebqayê û 9 kes li Minbicê ne

Herwiha eşkere kir, 12 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Qamişlo, 4 kes li Minbicê, 2 kes li Dêrazorê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Hesekê, 1 kes li Dêrikê û 1 kes li Tebqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 25 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 15176 kesan, ji wan 1538 kes baş bûne û 519 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.