Koronaya Afrîqî gihîşt Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê eşkere kir, sê haletên pêketina bi vîrûsa Korona ya Afrîqî li Îranê hatine tomarkirin û hişyarî jî da, dibe ku di nava çend hefteyên pêş de amar zêde bibin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê Seîd nemekî ragihand, îro 3 haletên pêketina bi vîrûsa Korona a Afrîqî li parêzgeheke başûrê Îranê hatine tomarkirin.
Hevdem jî Serokê Komîteya Tendirustiyê li Parlamentoya Îranê daxwaza girtina sînorên Îranê bi welatên cîran re kir û hişyarî ji bilindbûna amarên Koronaya ji cureya nû li Îranê da.