Wezîrê Derve yê Îranê gihîşt Hewlêrê

Ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf gihîşt Hewlêrê.

Mihemed Cewad Zerîf li balafirgehê ji aliyê Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û çend rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf duh duşemê 26ê Nîsana 2021ê serdana Bexdayê kiribû û ligel rayedarên Iraqê civiyabû.

Li gor zanyariyên medyayî, Zerîf û rayedarên Iraqî, çend mijar gotûbêj kirine, ku ji wan herî girîng; pêwendiya bazirganî ya navbera herdu welatan de bû.