Pispor: Tirkiye bersiv ji Biden re dê xwe nêzîkê Esad û Rûsyayê bike

Li gorî hin pisporan jî, Tirkiye weke bersivek bo biryara rêveberiya Bîden dê operasyoneke demkî ser rojava pêk bîne.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Tirkiye ya ku niha operasyoneke berfireh li ser hêzên PKKê daye dest pê kirin hewla operasyoneke bo ser rojavayê Kurdistanê jî dide. Li gorî hin pisporan Tirkiye weke bersivek bo biryara rêveberiya Bîden dê operasyoneke demkî ser rojava pêk bîne. Hin pispor jî dibêjin Tirkiye bi tena serê xwe nikare operasyoneke bo ser rojava encam bide lê dê xwe nêzîkê Rejîma Esad û Rûsyayê bike ku vê operasyonê pêk bîne.

Tirkiye ya ku niha li dijî PKKê operasyoneke erfireh ya esmanî û bejahî ya dersînorî daye destpêkirin di heman demê de sinyala operasyoneke bo ser Rojavayê Kurditanê jî bilêv dike. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di 23ê Nîsanê de demak ku operasyona dijî PKKê hatiye dest pê kiirna ragihand got ew destûrê nadin ne li Iraq ne jî li Sûriyê koridora terorê bê avakirin û e wê yekreziya xaka wan welatan biparêzin. Ev daxuyaniya Erdogan weke ku bo ser rojava operasyonek dê bê kirin tê nirxandin.

Bi boçûna beşek pisporan taybetî Tirkiye ji bo ku bersivê bide rêveberiya Bîden dê operasyonekê li ser hêzên YPGê pêk bîne û dê vê yekê demeke nêz de bike.

Pipsorê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Hasan Oktay got: “Tirkiye geşedanên li ser Sûriyê rû didin ji nêz ve dişopîne. Serokkomar Erdogan jî ragihand ger rojên pêşiya me de li dijî Tirkiyê gefek çêbe dê Tirkiye berê xwe bide rojhelatê çemê Feratê. Niha egerek zêdeye ku Tirkiye mudaxaleyê herêmê bike. Taybetî jî weke bersivdayînek bo daxuyaniya Bîden ya derbarê Jenosîda Ermenan de Tirkiye dê operasyonekê sînorkirî bibe ser hêzên YPG ê ku Amerîka weke hevkar dibîne.”

Li gorî Pisporê saziya Lêkolînên Rojhilata Navîn ORSAMê Oytun Orhan jî ku balê dikşîne ser aloziya navbera YPG û rejîma Esad de dibêje ev yek dê bibe sedem ku Şam û Enqere xwe nêzî hev bikin û dijî YPG bi Esad û Rûsyayê re hevkariyekê ava bike. Lê belê Tirkiye bi tena serêxwe nikare mudxalaeyekê li ser rojava pêk bîne.

Oytun Orhan dibêje: “Niha Li Rojhilatê çemê Firatê di navbera rejîma Esad û hêzên YPGê de şer û pepçûn her çiqas rewesta bin jî dê rojên pêşiya me de careke din gûr bibin. Helbet şerê navbera rejîma Esad û YPGê de kêrî Tirkiyê tê û Enqere û Şamê nêzî hev dike. Niha Tirkiye bi tena serê xwe nikare operasyonekê li ser YPGê pêk bîne, lê belê nêzîkatiya Enqere û Şamê û hevkariya Rûsyayê dê rê li ber operasyoneke Tirkiyê weke ku berê xwe bide ser YPGê.”

Herwiha pispor amaje dikin 25ê Gûlanê di hilbijartinên serokdewletiyê yên lli Sûriyê de encam dê nexşerêya Tirkiyê ya bo operasyoneke ser rojevayê Kurdistanê jî bide diyarkirin û pispor dibêjin bi egereke zêde rejîma Esad piştî hilbijartinê dê zêdetir berê xwe bide ser hêzên Kurd ev yek jî dê pêşiya operasyona Tirkiyê veke bo ser rojava.