McGurk: Ez bi navê Serok Biden piştevaniya bihêz a Amerîkayê bo Kurdistanê car din tînim ziman

Hemahengkarê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê yê li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk ragihand: “Ez bi navê Serok Biden, piştevaniya bihêz a Amerîkayê ji bo xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê car din tînim ziman."

Hewlêr (K24) – Hemahengkarê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê yê li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk ragihand: “Ez bi navê Serok Biden, piştevaniya bihêz a Amerîkayê ji bo xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê car din tînim ziman.”

Brett McGurk beşdarî konferansa li ser bîranîna 30 saliya pêkanîna herêma aram bo Kurdistanê bû û diyar kir: “Herêma aram îsbat kiriye ku eger mirovatî bibe sermeşqê siyaseta derve, em dikarin gelek karên baş bikin û îdareya Serok Biden jî xwedî heman siyaset e.”

McGurk destnîşan kir: “Ez gelek şanaz im ku îro li vir li cem we me, hûn Kurd niha di îdareya Biden de gelek dostên we hene, em bi rêya vîdyo-konferansê gelek axivîne û ez hêvî dikim piştî bidawîbûna Covid-19ê em bikarin rû bi rû bi hev re rûnin.”

Brett McGurk diyar dike: “Bêguman bi navê Serok Biden, ku dostekî nêzîk yê Kurdan e û ezmûneke wî ya mezin bi Kurdan re heye, ez dixwazim bi navê Serok Biden piştevaniya bihêz a Amerîkayê ji bo xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê car din bînim ziman. Em rêz li ber wan qehremanan jî bigrin ku herêma aram ji bo Herêma Kurdistanê pêk anîn.”

Herwiha got: “Herêma aram îsbat kiriye ku eger mirovatî bibe sermeşqê siyaseta derve, em dikarin gelek karên baş bikin û îdareya Serok Biden jî xwedî heman siyaset e.”

McGurk dibêje: “Kurd heta gihiştin vê penageha aram a niha, gelek êş dîtin. Wêrekiya we (Kurd) di rewşên dijwar de her dem cihê şanazî û pêzanînê bûye. Piştî 30 salan niha Herêma Kurdistanê herêmeke aram e û cihê şanaziyê ye. Ez bi navê Serok Biden û îdareya wî, şanazî dikim ku em dost û hevpeymanê we ne û ez gelek bi hêvî me ku ji nêz ve, we yek bi yek bibînim.”