Serok Barzanî û Berhem Salih pêşhatên siyasî yên Iraqê guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqa Federal Dr. Berhem Salih kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqa Federal Dr. Berhem Salih kir.

Di vê civînê de gûhertinên dawî û pêşhatên siyasiyên qada Iraqê hatin guftûgo kirin û di derbarê proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserbûna kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û hemahengiya di navbera wan, wekî faktereke ji bo aramî û geşbûna hemû beşên Iraqê da hate zanîn.