Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir

Dawî guhartin û pêşhatên rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir.

Di civînê de, dawî guhartin û pêşhatên rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin. Tekezî li pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser bingeha destûrê hate kirin. Di wê çarçoveyê de, pesendkirina yasaya budceya federalî ya 2021ê, bi pêngaveke erênî hat binavkirin ku pêwîst e bi awayekî dadperwerane xizmeta tevahiya pêkhate û navçeyên cuda ên Iraqê bike û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî, di zûtirîn dem de were şandin.

Herwiha pesnê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate dan ku pêwîst e hemû alî piştevaniyê li serxistina karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ji bo xizmetkirina berjewendiyên giştî û parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Di tewereke din a civînê de, guftûgo derbarê hilbijartinên Iraqê yên dahatî hate kirin, bi arasteya xweşkirina zemînê li pêş hilbijardineke pak ku mafê û daxwazên tevaniya pêkhateyên Iraqê misoger bike.