Li Îranê di rojekê de 385 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Komara Îslamî ya Îranê 385 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dan û nêzîkî 20 hezar kesan jî bi vê vîrusê ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 19 hezar û 899 kes bi Koronayê ketine.
Wezaretê herwiha da zanîn, ji duh ve 385 kesan bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara miriyan gihîştiye 71 hezar û 351 kesan.
Li Îranê rojane bi hezaran pêketiyên Koronayê jî baş dibin û heta niha bi giştî nêzîkî 2 milyon kesan baş bûne.