Li Amerîkayê di şer û pevçûnekê de 5 kes hatin kuştin

Li Amerîkayê di navbera polîs û kesekî de şer û pevçûn rûda û di encama şer de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Amerîkayê di navbera polîs û kesekî de şer û pevçûn rûda û di encama şer de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya ofîsa şerîfê navçeya Watauga, li bajarokê Blue Ridge di navbera endamê malbatekê û polîsan de şer û pevçûna bi çekan qewimî.

Hat ragihandin ku di şer û pevçûnê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 2 kes polîs, kesê êrîşkar û 2 kes jî dayîk û zirbavê êrîşkar bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku li ser agahdarkirinekê polîs çûne malekê û endamekî malbatê çeper daniye ber malê û di navbera wî kesî û polîsan de bi dirêjahiya 13 demjimêran şer û pevçûn qewimiye.