Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da Şahê Urdinê
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê 30ê Nîsana 2021ê di pêwendiyeke telefonî de ji ber koça dawî ya mam û Nûnerê Taybet ê Şahê Urdinê Mîr Mihemed bin Telal, sersaxî da Şahê Urdinê Ebdullahê Duyem.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemxemiya xwe bi Şah Ebdullah û malbata şanişîn û hikûmeta Urdinê ragihand.
Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku Xwedayê mezin ruhê Mîr Mihemed bin Telal bi bihiştê şad bike û aramî bide malbat û nasên wî.
Li hember vê, Şah Ebdullah spasî û pêzanîna xwe anî ziman ji ber pêwendiya telefonî û nîşandana hevxemiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.