Pêşmerge êrîşeke DAIŞê têkşikand
Hewlêr (K24) – Li bilindahiyên Dubizê, çekdarên DAIŞê êrîş kire ser sengereke Pêşmerge û şerekî dijwar rûda.
Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo ragihand; li bilindahiyên Dubizê, çekdarên DAIŞê êrîş kire ser sengereke Pêşmerge û şerekî dijwar qewimî.
Hêmin Delo eşkere kir ku çend Pêşmerge şehîd bûn.
Peyamnêrê me ragihand ku hêzên Pêşmerge êrîş têkşikand û çekdarên DAIŞê reviyan.