Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen koça dawî kir

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Feyyaz Ekmen bi Koronayê jiyana xwe ji dest da.
Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen
Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen

Hewlêr (K24) - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Feyyaz Ekmen bi Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk di daxuyaniyekê de ragihand; Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen ku ev demek bû bi Koronayê ketibû û li Almanya dihat dermankirin, koça dawî kir

Daxuyaniya Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk wiha ye:

Mixabin hevalê me Kek Feyyaz Ekmen ji nav me koç kir.

Hevalê me , Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê, kekê me yê delal, kek Feyyaz Ekmen, mixabin ji nav me koç kir.

Kek Feyyaz Ekmen, nêzî 30 rojiye li Almanyayê, di nexweşxaneyê de ji ber Covid-19ê tedawî didît. Lê hemû midaxaleyên diktoran têrê nekir. Û mixabin îşev kek Feyyaz ji nav me koça dawî kir.

Me hevalekî xwe yê dilsoz, birayekî xwe yê hêja wenda kir.

Me kedkarekî, fedakarekî, xebatkarekî bêwestan ê doza azadiya Kurdistanê wenda kir.

Me hevalekî xwe yê nimûneya mirovahiyê wenda kir.

Kek Feyyaz ji 50 salî zêdetir e, bi fedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil a ji bo doza Azadiya Kurdistanê, wek kadroyekî, wek rêberekî her di nav têkoşînê de bû.

Belê gelê Kurdistanê zarokekî xwe yê hêja, biqîmet û paqij wenda kir.

Me jî perçeyek ji dilê xwe wenda kir.

Tu gotin têrê nake ku em xema xwe, êşa xwe tarîf bikin.

Emê wê alaya Kurdistanê û alaya azadiya Kurdistanê ku kek Feyyaz tu carî li erdê nexist, her li ba bidin û emê her di rêya wî ya bi şeref, bi rûmet de bimeşin.

Gelê Kurdistanê jî tu carî dê kek Feyyaz û keda wî ji bîr neke.

Xwedê bi rehma xwe kek Feyyaz şad bike, cîhê wî biheşt be. Bila serê xuşka me, hevala me Mehtap xanê, serê  biraziyên me Pelînê, Mizgînê, Mem Lorî û serê hemû malbata kek Feyyaz û malbata xuşka Mehtapê sax be.

Serê me hemû rêveber, endam, alîgirên PAKê sax be.

Serê gelê Kurdistanê sax be.

Emê di heqê merasîma cenazeyê kek Feyyaz de raya giştî agahdar bikin.

30.04.2021

Mustafa Ozçelik

Serokê Giştî yê PAKê