Nêçîrvan Barzanî: Me daxwaz kiriye bilez hêzeke hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de were pêkanîn
Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşa şeva borî ya ser Pêşmerge ragihand: “Me çendîn car Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê ji metirsiya bihêzbûna DAIŞê û sûdwergirtina li valahiyên emnî yên navçeyên nakokî li ser agahdar kiriye.”
Herwiha diyar kir: “Em li vir careke din daxwaz ji Parlamento û Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê dikin, li navçeyên nakokî li ser bi lez kar bikin li ser dirustkirina hêza hevbeş ya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de.”
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Demjimêr 12:30ê şeva derbasbûyî, çekdarên grûpa terorîst a DAIŞê li eniya rojavayê Kerkûkê ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, êrîş kirin ser sengerên Pêşmerge ya li nêzîkî gundê Qayebaşî ya li tixûbê bajarokê Pirdê yê parêzgeha Kerkûkê û di encamê de sê Pêşmerge ku bi qehremanane rûbirûyê DAIŞê bûn, canê xwe ji dest dan û şehîd bûn. Em serxweşiyê li malbata her sê Pêşmergeyên şehîd dikin û hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.
Me çendîn car Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê ji metirsiya bihêzbûna DAIŞê û sûdwergirtina li valahiyên emnî yên navçeyên nakokî li ser agahdar kiriye. Êrîşa şeva derbasbûyî ya DAIŞê di wê eniya Pêşmerge de hevdem bûye li gel çend êrîşeke din a DAIŞê.
Em li vir careke din daxwaz ji Parlamento û Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê dikin, li navçeyên nakokî li ser bi lez kar bikin li ser dirustkirina hêza hevbeş ya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, ji bo ku êdî ew navçe wekî korîdora tevgerên terorîstî ya ji aliyê DAIŞê ve neyê bikaranîn, ji ber ku ev metirsiyeke gelek mezin e li ser Herêma Kurdistan û hemû Iraqê û gef e li ser asayîşa hemû navçeyê û cîhanê. Herêma Kurdistanê ji bo hemû cûre hevkariyek bi navê dirustkirina wê hevbeşî û hawahengiya bi awayekî bi lez, amade ye.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.05.2021