Rûsya: Divê zarokên kampa Holê werin rizgarkirin

Cîgirê Nûnerê Herdemî yê Rûsyayê li Neteweyên: Divê civaka navnetewî jiyana bi dehhezaran zarokên li kampa Holê rizgar bikin.
Kampa Holê li Hesekê
Kampa Holê li Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Nûnerê Herdemî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekgirtî Gennady Kuzmin got, divê civaka navnetewî jiyana bi dehhezaran zarokên li kampa Holê rizgar bikin.

Di konferanseke vîdyoyî ya vekirî ya Encûmena Asayişa Navdewletî de li ser binpêkirinên li dijî zarokan di milmilaneyên çekdarî de, dîplomatê Rûsî Gennady Kuzmin tekez kir, pêwîst e ji bo vegerandina wan zarokan gavên praktîkî bêne avêtin.

Kuzmin diyar kir, zêdetirî 31 hezar zarok li kampa Holê hene ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, di rewşeke xirap de dijîn û pêwîst e ew zarok ji welatên wan bêne veguhastin.

Dîplomatê Rûsî tekez kir, li gorî yasayên navdewletî û di nav de Peymana Mafên Zarokan, hemû dewlet neçar in ku welatiyên xwe vegerînin û gavên cidî bavêjin da ku zarokên welatiyên wan bê regezname nemînin.

Tekez kir jî, rayedarên Rûsyayê bi awayekî çalak dixebitin, da ku welatiyên xwe yên zarok ji herêmên şer vegerînin.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampê vegerînin welatên xwe.