81 malbatên din ji kampa Holê hatin derxistin

81 malbatên ji Dêrazorê ji kampa Holê derketin û vegeriyan cihên xwe.
Derxistina malbatan ji kampa Holê - Arşîv
Derxistina malbatan ji kampa Holê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – 81 malbatên din ku xelkê bajarê Dêrazorê ne ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê derketin û vegeriyan cihên xwe.

Hat zanîn, 81 malbat ku xelkê bajarê Dêrazorê û gundewarên wê ne û hejmara 265 kes in ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê derketin û ji bo deverên wan hatin vegerandin. Piraniya wan jin û zarok in.

Derxistina van malbatan li gor biryara Rêveberiya Xweser a roja 10ê Cotmeha borî tê. Li gor biryarê, malbatên kampê yên Sûrî ji bo bajarên xwe tên vegerandin.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Rêvebiriya Xweser çendîn car in dibêje ku rewşa kampa Holê pêwîstiya wê bi destêwerdaneke navdewletî ye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampê vegerînin welatên xwe.